Ku: Bernameya "Dengên Axê" di salên 2009-2011'an de di kanala Kurd1'ê de bi pêşkêşvaniya Husên Duzen hate weşandin.
Tr: "Dengên Axê" adlı Kürtçe program 2009-2011 yıllarında Kurd1 kanalında yayınlandı.
Erdewan Zaxoyî kî ye?
Erdewan Zaxoyî (yan Erdewan Zaxolî, bi navê xwe yê resen Erdewan Elî, 1957 - 1986) hunermend û stranbêjê pirr navdar yê herêma Behdînan bû.
Erdewan Zaxoyî li sala 1957'an li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye.
Ji ber rewşa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978'an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergatiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin.
Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û jiber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêşbixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne Ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek îraqî derxîne. Loma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.
Dema ku diçû ser seko û sehnê, wî bi navê "Kurdistan Barzanî û Pêşmerge" şahî dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rijîma Bees nebû. Loma li roja 26/01/1986, anku piştî şeş rojan ji wexerkirina Eyaz Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, kabidestên Emn û Istixbarata Bees ew girt, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li ku ye û çi lê hatiye.
Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye.
Dîkografî 1978: Hewar 100 hewar 1978: Dûrêt Zaxo perêt rine 1978: Zalem ewan 1978: Zaxo Senge Serine 1979: Xozika mîn zaniba 1979: Xatra xazi 1979: Ez çî pisyarbîkêm 1979: Zaxoka rengin 1980: Deyka Kûrdistan 1980: Xwdê gelek derdanê 1981: Bîrindaro bîlbilo 1981: Ne carek 1000 cara 1981: Ezê her êm 1981: Silaval mepki 1982: Bîrindarêm 1983: Lelê daykê 1983: Bîhara Kûrdistanê 1983: Dîjmîn jê ware me heren 1983: Pesmergekê çelengêm 1984: Ormiyê Ormiyê 1984: Hey lolo 1985: Çuxkê hengo 1985: Ormiyê Ormiyê 1985: Delala mîn Zaxoiyê 1986: Rabe mep revine 1986: Erê daykê 1986: Babo bra xurtiye nekên
0 Comments