Girtîyên HEVBENDÎyê yên desteserkirî hatin berdan

Bi biryara Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê, şeva 16.11.2026ê, li Amed, Batman, Ruha, Igdir, Enqere û Stenbolê li  himberî endamên Meclîsa HEVBENDÎyê operasyoneke polîsan hate li dar xistin.

Di encama vê operasyonê de endamên Meclîsa HEVBENDÎyê, Bayram Bozyel, Mehmet Can Azbay, Fûad Onen, Abdullah Aydin, Ahmet Geçer, Hasan Dagtekîn, Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Sevgî Çelîk, Alî Çeven, Ramazan Taşdemîr, Dîyar Ozbakiş û welatperwera kurd Arjîn Ceylan û rêvebirê PSKyê Fûat Akkaya hatin desteserkirin.

Polîsên Stenbolê bi ser mala Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê girtin. Lê, ji ber ku Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê bû nehat desteserkirin.

Polîsan di nîvêşevê di navbera 03.00-0.00ê de girtin ser gelek malan.

Hevalên me li Emnîyetên  Amed, Batman, Igdir, Enqereyê  hatin desteserkirin.

Hevalên me li emnîyet, serdozgerî û mehkemeyê, bi serbilindî, bi biryardarî, encamname û bernameya HEVBENDÎyê parastin.

Em spasîya hemû parêzerên xwe yên rêzdar dikin ku ji roja ewil heta roja ku hevalên me hatin berdan, li Emnîyetê, Sersozgerîyê û Mehkemeyê bêyî westan bi dilsozî, li gel hevalên me, li gel me bûn.

Baroyên 13 bajarên Kurdistanê, Komeleya Mafê Mirovan û ji her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîye û dîasporayê gelek partî û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd piştigrîya endamên Meclîsa HEVBENDÎyê yên desteserkirî kirin. Em spasîya wan hemûyan dikin.

Ragehandina kurdî bi berdewamî nûçeyên di derbarê hevalên me yên serdekirî û di agahdarîyên di derbarê HEVBENDÎ yê belav kirin. Emspasîya hemû ragehandinên ku cîh dane me dikin. Em spasîya wan dikin.

Hevalên me, roja 19.11.2026ê di saet 01.30yê de ji alîyê dozgeran ve hatin berdan. Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê dê di rojên pêş de di derbarê lêpirsînê de biryarê bide.

Em vê êrîşa ku li HEVBENDÎyê hatîye kirin rûreş dikin.

HEVBENDÎ wek dezgeheke neteweyî, li ser rêbaza neteweyî, kurdistanî  dê sere xwe qet netewîne, dê  dê meşa xwe ya li ser biryar, bername, hiqûqa navxweyî berdewam bike.

HEVBENDÎ, dê tu carî serê xwe netewîne.

Bijî HEVBENDÎ

Bijî KURDISTAN

19.11.2026

MECLÎSA HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ)



Nûçeyê di çavkaniyê de bixwîne https://www.rupelanu.com/2026/11/19/girtiyen-hevbendiye-yen-desteserkiri-hatin-berdan/